Yekem û yekane weşana nûçeyên mûzîka Kurdî    |    Peywêndî | Nasname | Derbarê MK de | Reklam    

      MUZIKKURD.COM

 

  DESTPÊK | NÛÇE/HEVPEYVÎN | GOTAR | VIDEO |  HUNERMEND | LISTE | WÊNE | GIRÊDAN
 
 

 muzikkurd.com | Nûçe û Hevpeyvîn 

 

 

 

 

 

 

 

 

13 Çile 2010                                                                     ‘Flamenko Kurdo’ Jan JiyanIKKURD.com)                               MUZIKKURD.COM

Jan Jiyan di muzîka kurdî de deng û rengekî nû ye. Jiyan bi tarzê muzîka latînî, Flamenko distrê û balê dikişîne û dê di demeke nêz de bi navê ‘Gula Bêwext’ bigihîje hezkiriyên muzîkê


Min cara yekem li Gelsenkirchenê di 17’emîn Mîhrîcana Çanda Kurdan de lê guhdarî kir. Di vê mîhrîcana ku bi hezaran kes beşdar bûbûnê de hunermendên gelek bi nav û deng beşdar bûbûn.

Di vê mîhrîcanê de ji aliyê çepê yê sahneya navendî ji bo dengên nû û ciwanan sehneyek hatibû çêkirin û Jan Jiyan jî di wê sahneyê de stra.

Li ser sahneyê gelek kes hebûn û mirov nikaribû gav biavêta. Li ser dikê piştî dengbêj, muzîka kurdî ya klasîk û ya gel Jan Jiyan derket ser dikê û bi muzîka Jan Jiyan a latînî ve ciwan hinekî bêdeng bûn. Guhê kesên ku beşdarî mîhrîcanê bûbûn ne xerîb bû lê di çalakî û bernameyeke kurdistaniyan de yekem car mirovan meraq dikir ka bi muzîka latînî ve kurdî çawa bê stran. Jan Jiyan bi germahiya rîtmên muzîka latînî ve bi kurdî strana ‘Ciwan’ got. Dema Jan Jiyan dest bi gotina stranê kir coşa ciwan careke din dest pê kir. Piştî ku stran qediya ciwanan bi çepikan Jan Jiyan pêşwazî kir.

ZAROKÊ MEZOPOTAMYAYÊ


Piştî çend rojan albuma Jan Jiyan a yekem bi navê ‘Gula Bêwext’ dê derkeve. Jan Jiyan di sala 1979’an de ji dayik bûye û xwe wekî zarokê Mezopotamyayê bi nav dike û wiha dibêje: “Em tu cudahiyekê naxin nav xwe û em bi tevahî zarokên Mezopotamyayê ne. Kurd, asûrî, suryanî, ermen hemû bi hev re zarokên wê axa bibereket in.”

FLAMENKO KURDO


Jiyan tarzê muzîka xwe wekî tarzê latîno kurdî bi nav dike û eleqeya wî ya ji bo muzîka latînî di temenê biçûk de dest pê kiriye. Jan Jiyan anî ziman ku hemû muzîkên xwe bi kurdî çêdike û bi taybetî jî di bin bandora koma muzîkê ya romanên fransî ya bi navê Gipsy Kingsê de maye. Jan Jiyan diyar kir ku dema hê li welat dijiya ev kom nas kiriye û her tim muzîkên vê komê guhdar kirine. Piştî ku diçe Ewropayê çend endamên komê nas dike û êdî ev muzîk ji bo wî dibe tarzê jiyanê.


Jan Jiyan li hinek restaurant û barên îspanyayî derketiye straye û wiha axivî: “Dema min nû dest bi gotina stranan kir hem min şerm dikir û hem jî amator bûm. Lê mirov radibûn piyan û li çepikan didan. Ez gelekî kêfxweş dibûm. Piştî ku min ev eleqe dît min got gel biyanî wiha ji bo min li çepikan bidin ez çima bi muzîka xwe ve dernekevim pêşberî gelê xwe. Ez wisa fikirîm ku gel jî dê li tarzê muzîka min xwedî derkeve.”


Jan Jiyan wiha behsa naskirina endamê koma muzîkê Gipsy Kingsê kir: “Min li Almanyayê çend endamên komê nas kirin. Min ji wan re got ez ji muzîka we gelekî hez dikim û her çiqas profesyonel nebe jî ez ji muzîka Flamenko hezdikim û bi amatorî vî cureyê muzîkê distrêm. Ji ber ku yekî biyanî eleqeyê nîşanî muzîka wan dide ew jî kêfxweş bûn. Ji min re gotin tu ji ku yî min jî got ez kurdistanî me û gotin em kurdan nas dikin û bêtir eleqe nîşanî min dan.”


Jan Jiyan bi kurdî li cem wan distrê û çend caran tevî endamên komê derdikeve ser dikê. Piştî vê pevajoyê bêtir li ser muzîka latînî radiweste û li gorî muzîka latînî gotinan dinivîse. Jan Jiyan niha hê jî li Almanyayê dijî û di hin bernameyên cuda de derdikeve ser dikê û rastî eleqeyê tê.

‘GULA BÊWEXT’
Jan Jiyan bi qasî 3 salan e li ser albumekî dixebite û di demek e nêz di bi navê ‘Gula Bêwext’ albumekî ve digihêje hezkiriyên muzîkê. Her wiha ji bo vê albumê piştgiriya herî mezin koma muzîkê Gipsy Kings dayê. Hemû gotinên strana yên di albumê de cih digirin aîdî Jan Jiyan in û her wiha dîsa muzîk jî aîdî wî ne. Di albuma yekem a Jan Jiyan de hemû stran bi kurdî ne û Jiyan bi lêv kir ku zimanê îspanyolî dizane û dê di albuma duyemîn de cih bide stranên îspanyolî jî.
Jan Jiyan anî ziman ku tarzê hunera wî ne tam latîno ye û ne jî tam kurdî ye û wekî bêndera her duyan ango wekî ‘Flamenko Kurdo’ bi nav dike. Jan Jiyan bi lêv kir ku her roj bi muzîkê re eleqedar dibe û bê muzîk nikare bijî û di muzîka kurdî de deng û rengekî nû ye û dê muzîka Amerîkaya Latînî ya bi coş û germ bi kurdî bistrê. Her wiha ji bo gerdûnîbûna muzîka kurdî jî dê fêda wî çêbe. (MUZIKKURD.com)
 

 

 

reklam

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Hûn jî dikarin reklamên xwe bidin weşana herî populer ya mûzîka Kurdî muzikkurd.com           

Agahîyên zêdetir...

 

 

 

 

Weşanên HKMG

 

  MUZIKKURD weşaneka mûzîka kurdî | muzikkurd.com kurdish music news

 © Copyright 2006-2009 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e