|
07 Mijdar 2009
Albûma nû ya Koma Kamkaran derket
MUZIKKURD.COM
Albûma nû ya Koma Kamkaran ya bi navê “dûr ta nêzîk” derket.
Albûma nû ya Kamkaran bi dengê Ehmed Reza Ehemedî hatiye
tomarkirin û karê amadekariya mûzîkê ya albûmê jî ji alilyê
Hoşeng Kamkaran ve hatiye kirin.
Stranên albûmê jî ji helbestên şa’îrên mezin ên îranî ên wek
Hafizî Şîrazaî,Xaqanî,Nîma Yuşîh,Ehmedî Şaehmedî pêk hatine.
Albûm ji aliyê Dezgeha Kultûrê ya Hunerî ya Awayê hatiye
belavkirin.
Koma Kamkaran li sala 1965ê ji aliyê mûzîkjenî rehmetî Hesen
Kamkar li bajarê Sineyê hatiye damezrandin û heta nuha beşdarî
çendîn festîvalên navdewletî bûye û xaletên cida di asta cîhanê
de wergirtiye.
|