|
27 Îlon 2009
Sandirellaya Haniyê derket
MUZIKKURD.COM
»Sandirella« navê albuma bi kurdî ya stiranbêj Haniyê ye.
Ew ji
yazde stiranan pêk têt û muzîkvan Helkewt Zahirî melodiyên hemî
stiranên vê albumê dirust kirine.
Tekstên stiranên vê albumê yên
van kesan in: Aras Ebdulkerîm, Heme Seîd Hesen, Edîb Çelkî,
Helkewt Zahir, Bêsaranî, Hemed Seîd Îbrahîm û Aryos.
Hanî herweha di vê albumê de du stiranan bi Heldêrî û Mîrî re
dibêje. Sendirella navê videoklîpeka vê stiranbêjê ye û ew li
Lubnanê ji aliyê Fadî Hedadî ve hatiye çê kirin. Ev albuma yekê
ya Haniyê ye, Hêmin Husên bi karê dabeşkirina muzîkê rabûye û
Kawe Şêxî jî deng tomar kirine. Hanî ji bajarê Sineyê ji
rojhilata Kurdistanê ye .
Ew di sala 2004-ê de hat Elmanyayê. Wê ev albuma xwe li başûrê
Kurdistanê çê kir. (kulturname)
|