|
16
Rêbendan(Çile) 2008
NÛÇE
Mîrê mûzîka hemdem
a Kurdî Ciwan Haco amadekariya albûmeke nû dike
MUZIKKURD.com
Hunermendê bi navê deng ya mûzîka hemdem a Kurdî Ciwan Haco dest bi
amadekariyên albûmeke nû kir. Li gor agahiyên ku MUZIKKURD.com bidest
xistiye albûm dê dawiya 2008'an de bigehêje destê guhdarvanan. Her wiha hate
hîn bûn ku wekî ku Ciwan Haco di her albûmê de bi şêwazeke din derdikeve
pêşberî hezkiriyên xwe di vê albûma xwe ya nû de jî şêwazeke nû û pêşketî
bikarbîne.
Her wiha hate hîn bûn ku Ciwan Haco ser projeyeke din jî dixwebite û di vê
projeya xwe de jî hin stranên gelêrî ji nû modernize bike û bistre.
Ciwan Haco ji sala 1978'an vir ve bi avayekî profesyonelsale ku xizmetê dide
Mûzîka Kurdî û heta niha 14 albûmên wî tevlî arşîva mûzîka Kurdî bûne.Ciwan
Haco (Ji xeynî Koma Wetan) mûzîka Kurdî de yekem şêwazên modern wek
rock,blues,cazz,etno-cazz,etno-pop,etno rock,elekronîn cazz bikarnî.Ango
Ciwan Haco destpêka Mûzîka Modern a Kurdî ye.
Ciwan Haco li gel hemû rexneyên neyenî armanca xwe dev ber neda û
serket.Piştî Ciwan Haco gelek ciwan û mûzîkkarên kurd dest bi çêkirina
mûzîka modern kirin û ev yek jî bû egere pêşketina Mûzîka Kurdî.Em dikarin
Ciwan Haco wek şoreşvana mûzîka Kurdî bi nav bikin.Heta niha her albûmê
Ciwan Haco bi baldarî hat şopandin û gûhdarî kirin.
Ciwan Haco herî dawî 2006’an albûmek bi navê “Off” ku bi şêwaya pop hatibû
amade kirin û asta qelîteya wê albûmê gelek zêde bû û hezkirîyên Ciwan Haco
û guhdarvanên muzîka Kurdî gelek jê menun ma bûn derxistibû. Di albûma “Off”
de avayên rock, pop û hwd… hati bûn bikaranîn û di warê saundê de jî di
asteke bilind de bû. “Off” li gel korsan û mp3'an dîsa jî di warê firtoinê
de serketineke mezin bidest xisti bû.
Ciwan Haco bi her albûma xwe deriyeke cûda bo muzika Kurdî vekir û şêwe û
avayên cûda bi pêşketineke deng û muzîkalî tevlî muzîka Kurdî kir.
Wisa tê hêvî kirin Ciwan Haco bi vê albuma xwe jî hem di warê muzîkalî û hem
di warê sektorî de gelek tiştan bide muzika Kurdî
Albûmên Ciwan Haco Ku hate niha derketine evin;
1-Emîna Emîna(1970)
2-Pêşmerge(1978)
3-Diyarbekîr(1981)
4-Gûla Sor(1983)
5-Leyla(1985)
6-Girtîyên Azadîyê(1987)
7-Çaw Bella(1989)
8-Sî û Sê Gulle(1991)
9-Dûrî(1994)
10-Bilûra Min(1997)
11-Destana Egîdekî(1998)
12-Derya(2003)
13-Na Na(2004) (Single)
14-Off(2006)
Her wiha di dema serhildana 12ê adarê ya Rojavayê Kurdistanê de jî stran û
klîbek bi navê “Binxet Xembare” weşandibû.
Pêşniyar;
Ger hûn albûmên kevn ya Ciwan haco guhdarî kiribin û dixwazin Ciwan Haco
yeke din û pêş asta cîhanî nas bikin peşnîyarê me ewe ku ger peyda bikin
divê albûma Derya(2003) bistînin û guhdarî bikin. Derya bi şêwaya elektronîk
cazz hatiye amade kirin û asta qelîteya wê albûmê gelek zêde ye. Bê guman jê
albûma wî ya dawîn "Off" jî nemînin.
REKLAM
|
 |
REKLAM
kurdish hip hop
kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi
kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji
|