muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / HEVPEYVÎN GOTAR / JIYANNAME
HUNERMENDÊN KURD ALBUM                      KLIP / VIDEO              WÊNE
KONSER-FESTÎVAL
MP3                 GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG


 

 


 
 
       
04 Gulan 2008  NÛÇE                                                                          Xelîl Xemgîn vê carê got: Ax
Xelîl Xemgîn

 Girêdan

Malper- Malpera X.Xemgîn

 

Xelîl Xemgîn vê carê bi albûma ‘Ax’ê derket pêşberî hezkiriyên xwe. Xemgîn, konsepta albûmê tevî Hekîm Sefkan amade kiriye.

Xelîl Xemgînê ku ev bi dehan sal e dengê wî pêlan dide, li Çiyayê Kurmancê hatiye dinê. Wî dengê çiyê girtiye û bi wî dengî distrê, bi wî dengî heta niha çend albûm pêşkêş kirine. Ew di albûmên xwe de pirsgirêkên gel tîne ziman, heta niha jî her bûye dengê gel û hunermendê gel. Nifşê salên 1980'yî û yên piştî 1990'î bi dengê wî mezin bûn, hin ketin bin bandoreke mezin û beşdarî têkoşînê bûn, hin pê giriyan, hin pê coşiyan... Ev coş piştî salên 2000'î jî dom kir. Xemgîn ku hezkiriyên xwe bê stran û dengê xwe nahêle, dîsa albûmeke nû, afirandike nû pêşkêş dike.


Stranên wî hêlîna guhdaran in


Hunermend Xelîl Xemgîn piştî ‘Bagok’ (1988), ‘Ey Şehîd’ (1992), ‘Name’ (1995), ‘Zend’ (2004), ‘Kehniya Stranan’ (digel Diyar derxist) û ‘Siwaro’ (2007) ku ji stranên berê pêk dihat vê carê bi ‘Ax’ê silav li guhdarên xwe kir.

Konsepta albûmê digel Hekîm Sefkan hatiye amadekirin û ji stranên di albûmê de 5 jê gotinên wan aîdê Sekfan in, yek jî Hekîm Sefkan û Xelîl Xemgîn bi hev re gotinên wê nivîsandine. Xelîl Xemgîn ku di albûmê de gotinên ‘Here’ wî bi xwe nivîsandiye, her wiha stranên ku gotinên wan aîdê Seyidxan, Ferhadê Îçmo û Cegerxwîn in xwendiye.

Ew, di nav muzîka kurdî de bi deng û rawestana xwe xwedî ciheke taybet e. Bi dengê xwe yê xurt û xwezayî, xwedî şiroveyeke serketî ye; bi vî awayî guhdaran dikişîne nava stranên xwe, ji wan re li wir hêlînekê çêdike û wan li wir bi cih dike... Hunermend Hekîm Sefkan ji bo Xemgîn gotinên, "Xelîl Xemgîn yek ji wan kesan e ku pir kêm mîna dengê xwe, gotin û melodiyên tije diafirîne. Ji guhdarîkirin û karkirina bi Xelîl Xemgîn re ez têr nabim" bi kar tîne û Seyidxan jî wisa dibêje ji bo Xemgîn; "Ew bi dengê xwe yê dawidî bi salan e hewl dide helbest û awazên bi naveroka xwe dewlemend pêşkêşî hunerhezan û gelê xwe bike."


'Eman hey lê' bi şêweyeke din hat

Xemgîn di ‘Ax’ê de jî ev derxistiye pêş. Bi starana ‘Rojên berê’ berê guhdaran dide rojên berê, di ‘Hewar’ê de gazî teyr û tilûran dike û yek bi yek azad dike girtiyan.

Wî strana ‘Şengal’ê xwendiye ji bo bîranîna şehîdên li hêrema Şengalê: Di ‘Şengal’ê de bi daxistin û bilindbûna newayê tabloyeke xweş pêşkêş kiriye, di ‘Eman hey lê’ de jî derketiye derveyî şêwaza xwe. Helbesta ‘Eman hey lê’ya Cegerxwînê navdar bi şêwaza rapê hatiye xwendin: miheqeq dê bibe mijara nîqaşan lê bi ya min deriyeke nû û xweşik vekiriye li hunera xwe Xelîl Xemgîn.

Di albûmên Xelîl Xemgîn de miheqeq stranek heye ku guhdaran tevî dengê wî dike û dibe û hey dibe. Dibe di ser çiyayan re digerîne, li zozanan peya dike, bêhna wê derê pêşkêş dike. Di vê albûmê de jî navê vê birinê ‘Here’ ye û straneke bi vî rengî ye.Ev strana xweşik navê ‘Neçe’ lê tê lê çima ‘Here’ lê kirine ez nizanim, dibe ku şaş lê kiribin jî.

Di albûmê de Seyîdxan, Fatê, Hekîm Sefkan û endamên Koma Berxwedan jî bi dengên xwe keda xwe li albûmê kirine û albûm bûye berhemeke bi xweşikî mirov lê guhdarî bike.

Di albûma ku hê nû gihîşt ber destê guhdaran de ‘Dinya’, ‘Hewar’, ‘Şengal’, ‘Haydar bin’, ‘Rojên berê’, ‘Em in’, ‘Xwezî’, ‘Here’, ‘Dûr im’ û ‘Eman hey lê’ bi giştî 10 stran hene. (Cemil Oguz)
 

 

 

 

 


 

REKLAM

 

 


REKLAM

 

kurdish hip hop kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji



muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
© Copyright 2006-2008 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music