muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / HEVPEYVÎN GOTAR / JIYANNAME
HUNERMENDÊN KURD LISTE                          KLIP / VIDEO              WÊNE
GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG

 

 

GIRÊDAN

 

 


 

 


 
 
       
12 Nîsan 2008  NÛÇE                                                                          'Zeng' a Siya Şevê

 Girêdan

Malper-Malpera Siya Şevê

 

3 xwendekarên zanîngehê çend sal berê li Rihayê hatin ba hev û piştî xebata 4 salan bi navê “Zeng” albumek derxistin. Ciwanan navê komê ‘Koma Siya Şevê’ danî û endam û gîtarîstê komê Serhat Temel bi lêv kir ku ji bo albûmê bertekên erênî girtine.

Di sala 2002’an de ciwanên bi navên Serhat Temel, Gokçe Selîm û Serdar Nurî Yalap ji bo perwerdehiya zanîngehê li Rihayê hev nas kirin û ciwanan piştî keda 4 salan bi navê ‘Zeng’ albumek derxist. Gîtarîstê Koma Siya Şevê Serhat Temel anî ziman ku 6 sal berê ji ber eleqeya ku ew ji bo muzîkê nîşan didin hev nas kirine û piştî demekê biryar girtine ku komeke muzîkê ava bikin. Temel diyar kir ku xebatên xwe li Rihayê dikin û Temel wiha axivî: “Piştî xwendina zanîngehê qediya ez hatim Êlihê, Gokçe li Rihayê ma û Serdar jî çû Wanê. Û ev kes niha li van bajaran dijîn. Dema hewcedarî hebe em bajarekî diyar dikin û li wir tên cem hev.”


'Ji ber şertên bazarê album derxist’


Temel anî ziman ku dema xebatên muzîkê dikirin ji van re her tim dihat gotin ‘hûn çima albumekê dernaxin’ û ev gotinên kesên derdora wan ji bo wan bûye moral û wan biryar girtiye ku albumekê derxin. Temel bi lêv kir ku biryara derxistina albumê 4 sal berê girtine û ji bo albumê derxin bi besteyên xwe berê xwe dane navenda ku kaset lê derxistin ango Stenbolê û Temel mesela derxistina albumê wiha vegot: “Yên Stenbolê ji bo derxistina kasetê şert danîn pêşiya me lê me qebûl nekir. Eger ew roj me wan şertan qebûl bikira niha 4 sal dibûn albûma me derketibû. Me nikaribû wan şertên ku wan didan pêşiya me qebûl bikin. Me nikaribû di bin wan şertan de album derxista û me wê demê dev ji derxistina albumê berda.”

'Me album bi keda xwe derxist'


Temel destnîşan kir ku piştî dev ji derxistina albumê berdane dîsa vegeriyaye Rihayê û biryar girtine ku albumê bi keda xwe derxin. Temel got ku 4 salan ji bo derxistina albumê xebitîne û wiha got: “Me besteyên xwe dîsa di ber çavan re derbas kirin. Me ji bo albumê bingeha aborî ava kir, serî li Wezareta Çandê da. Dema serîlêdana me hat qebûlkirin me serî li tu şîrketa produksiyonê neda û me album derxist. Ji ber ku beste 4 salan di destê me de man, me navê ‘Zeng’ da albumê'.


‘Me bertekên erenî girtin’


Temel bi lêv kir ku ji albuma ‘Zeng’ê 2 hezar CD çap kirine û heya niha 500 heb hatine firotin û bertekên erênî girtine. Temel bi bîr xist ku di nav 9 stranên albûmê de gotin û muzîka 8 heban ji hêla wan ve hatiye çêkirin û di albûmê de strana ‘Keynê’ tenê gelêrî ye. Endamê Komê Temel anî ziman ku di besteyên xwe de kes, civat, evîn û malbatê vedibêjin û ji ber ku bertek nîşanî bazara muzîkê ya heyî didin, di nav wê bazarê de cih nagirin.
 

 


 

REKLAM

 

 


REKLAM

 

kurdish hip hop kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji



muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
© Copyright 2006-2008 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music