|
22 Gulan 2008
NÛÇE
Rojîn vê carê jî
bi 'Daq' ê hat
MUZIKKURD.com
Hunermend Rojîn albûma xwe ya dawîn a bi navê "Deq" derxist.
Rojîn di vê albûmê de jî dev ji
"pizimanî" yê bernedaye û albûm xwerû Kurdî nîne. di albûmê de bi gelek
zimanan stran hatine gotin.
Cihê mixabinî ye ku dengê bihêz a
mûzîka hemdem a Kurdî Rojîn bi neweşandina albûmên ne xwerû Kurdî pêşketina
mûzîka kurdî têr piştgirî nade.
Albûmê şêwezên cihêreng ên wek
pop, gelêrî, erebesk û hwd. hatine ba hev.
Di albûmê de 13 stran hene. Tê
meraq kirin ku ka Rojîn yekem klîba xwe ya vê albûmê bo straneke Kurdî
bikşîne an na..
Kurtejiyana hûnerî ya Rojîn
Albûma wê ya pêşî, “Ya Hep Ya Hiç” di sala 2000a de derket. Gelek bal kişand
û dengekî bilind derxist. Di vê albûma xwe de çend stranên Ciwan Haco
wergerandi bû zimanê Tirkî. Piştî vê, bi fîrmaya profesyonel û navneteweyî,
Sony Mûzik re peyman danî. Bi vî awayî sîngleya xweyî pêşî derxist û di
arenaya navneteweyî de xwe da qebûl.
Ev di serî de ji bo wê dûre jî ji bo mûzika Kurdî û a etnîk pêşketinek baş
bû. Albûma wê ya duyemîn a bi navê “Sî” wek sîngle di 2003a de derket êdî
derbasî mûzîka Kurdî bû dest bi gotina stranên Kurdî kir. Ev sîngle ji aliyê
gel ve hat qebûl kirin û gihîşt gelek deveran. Di Festîwal a Bazîdê de ji
ber stranek Kurdî got DGMê biyara girtina wê a giyabî (paşpenî) da. Li
berxweda. Qîrîya kû tu sûc nekiriye û teslîm nabe. Di vê demê de xebatên wê
yî ji bo albûma nû berdewam bû.
Di sala 2005a de albûma xwe yê dawî “Jan” derxist. Vê albûmê ji ber
têkîlîyên di hundirê wê de û mijarên wê, gelek deng derxist. Lewre di albûmê
de 9 bi Kurdî, 6 bi Tirkî 15 stran hebû. Stranek qlasîk a awaza wê Ara
Dinçkiyan çêkiriye û Sezen Aksû dibêje “Vazgeçtim”; a Melike Demiraş
“Arkadaş”, û a Lorena Mc Kennit “Tango to Evoro bi Kurdî got. Taybetiyek din
a albûmê jî hema bêje nîvê stran û awazê di albûmê de wê çêkiribû. Albûma nû
lezgînîyeke cidî da jiyana wê yî huner. Li ser albûmê gelek hevpeyvîn bi
televîzyon û rojnameyan re kir. Di 12 Nisan 2005a de xelat a “Altin Kelebek
(Perperoka Zêrîn), En İyi Halk-Etnik Müzik (Xelata Mûzîka Herî Baş ya
Etnîk-Gelêrî)” stand. Xelat a “Altyn Kelebek” ev cara 32a ye tê dan û bi
rayê gelî, xwedîyê xelatê tê tespît kirin.
Xelat di dîroka xwede cara pêşîye kû dikeve destê hunermendek ku muzîka
Kurdî çêdike.
(çavkaniya kurtejiyanê: malpera rojîn)
REKLAM
|
 |
REKLAM
kurdish hip hop
kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi
kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji
|