muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / HEVPEYVÎN GOTAR / JIYANNAME
HUNERMENDÊN KURD LISTE                          KLIP / VIDEO              WÊNE
GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG


 

 


 
 
       
14 Tîrmeh 2008

ALBÛM-ŞÎROVE                                                        Mehmet Atli bi "Wenda" pencereyeke nû bo mûzîka Kurdî vedike

Mehmet Atli

 Girêdan

Malper-Malpera Mehmet Atli

 

 MUZIKKURD.com / ROGER ARGON

Yek ji temsîlkara herî girîng ya mûzîka hemdem a Kurdî Mehmet Atli albûma xwe ya dawîn a bi navê 'Wenda' derxist.

Albûma Mehmet Atli di warê muzîkalî de gelek li pêş e û kûr e. Stîl û form û dengên cewaz û cihêreng hatine bikaranîn. Stîla rojavahî yê bi qelîte û pêşketî  ser bingeha formên mûzîka Kurdî hatiye saz kirin.

Mehmet Atlı piştî albuma bi navê ‘Jahr’  ji ber pirsgirêkên çap kirina albûmê gelekî navber dabû weşnadina berhemên xwe.

Mehmet Atli bi wan ceribandinên xwe yên nû ên di nava "Wenda" de pencereyeke nû bo mûzîka Kurdî vedike.

Aranjoriya albuma ku ji 12 stranan pêk tê û ji aliyê Murat Ozturk, Serdar Keskîn û Mehmet Atli ve hatiye kirin  Helbest û muzîkên stranan bi giranî yên Mehmet Atli ne û her wiha helbestên kesên wek Cegerxwîn,Evdila Peşêw û Arjen Arî jî hene.

Her wiha stranên Lo lo pismamo û Ay lê gulê ku guhdarên muzîka Kurdî baş nas dikin bi dengê aram a Mehmet Atli ku hestên mirov pêl dike car din hatine şîrovekirin û xuya ye dê giyanên me rapêçin.

Wenda,Name,Li Geliyekî,Qefes,Gelawêj û Tu Havîn î stranên ku giyana albumê tînin der in. Di albuma ku bi hestên kûr hatiye hûnandin de veqetîn,bendewarî,bêrîkirin û sirgûn li benda me ne. Albuma bi navê Wenda ya Mehmet Atli bi hêviya ku rengên nû tevî evîn û azadiyê bike li benda me ye.Kurdî çêdike.
 

Mehmet Atli / Wenda
Kom Muzîk / 2008

 

 

 


 

REKLAM

 

 


REKLAM

 

kurdish hip hop kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji



muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
© Copyright 2006-2008 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music