|
13 Tîrmeh 2008
ALBÛM
Diyar bi 'Natirsim'
hat
Hunermend Diyar bi dehan salan e rih dide stranên kurdî. Heta niha
dengê wî li seranserê bajarên kurdan belav bûye, albumên wî hatine
hembêzkirin. Vê carê ew dibêje "Natirsim" û albuma xwe ya nû pêşkêş
dike.
Di albumê de ji bilî "Lê lê Bêmal" a gelêrî ku Eyşe Şanê berê
gotibû, stranan "Çiyayê Nurhaq" a Hamît Ertaş û "Meverme Zeriya Min"
a Suleyman Gunyelî stranên din gotinên wê aîdê Diyar bi xwe ne.Diyar
bi "Gundê me" guhdaran dibe gundên ku hatine valakirin, bi
"Natirsimê" serî hil dide, "Ax lê dayê"yê diyarî dayika xwe dike. Ew
bi "Keçika Metê" dil ber dide keçikê, bi "Çiyayê Nurhaq" sîmgeyên
cihêreng pêşkêş dike.Wekî hemû albumên xwe Diyar di vê albumê de jî
straneke bi tirkî xwendiye: "Pîro".
Di albuma Diyar ku aranjoriya wê Yaşar Başozdeş kiriye de stranên
wekî 'Gundê Me', 'Natirsim'. 'Keçika Metê', 'Çiyayê Nûrhaq', 'Ax Lê
Dayê', 'Zalim Yarê', 'Nikarim Bi Vî Dilî', 'Lê Lê Bêma', 'Yar
Nakene', 'Meverve Zeriya Min', 'Pîro', 'Husna', 'De Were', 'Tu
Nahatî'.
Wekî gotina dawî her sê album jî ne ji rêzê ne, bi deng û muzîka
xwe, bi pêşkêşkirina stranan a cureyên cihêreng balê dikişînin û
hêjayî guhdarîkirinê ne..
(ji diyarname.com)
Diyar / Natirsim
Kom Muzîk / 2008
REKLAM
|
 |
REKLAM
kurdish hip hop
kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi
kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji
|