muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / HEVPEYVÎN GOTAR / JIYANNAME
HUNERMENDÊN KURD LISTE                          KLIP / VIDEO              WÊNE
GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG

 

 

GIRÊDAN

 

 


 

 


 
 
       
22 Gulan 2008  NÛÇE                                                                          Albûmên nû di rê de ne
Mehmet Atli

 Girêdan

Kirîn-Bo kirîna albûmên Kurdî bitiqîne

 

 MUZIKKURD.com

Vê mehê gelek albumên nû wê bikevin bazara muzîka Kurdî. Di meha gulanê de gelek albûmên nû  ji bakurê kurdistanê ,Ewrûpa û ji Kurdistana azad tevlî arşîva mûzîka Kurdî bûn.

Xwediyên wan albûman albûma Hozan Diyar, Mehmet Atli, Ayfer Duzdaş û Xemgin Birhat in.

Ji Diyar newayeke folklorîk

Hunermend Diyar piştî albuma "Oxirbe Ugur" albuma xwe ya nû vê mehê derdixe. Li ser albumê Diyar agahî dan me. Li gor gotina Diyar di albumê de dê 13 stran hebin lê hê wî navê albumê lê nekiriye.

Hozan Diyar dibêje ku di albumê de gotinên 9 stranan aîdê wî ne, ên din stranên gelêrî ne û wisa didomîne: "Dê albumene bi giraniya newaya gelêrî be, dê hêmayên folklorîk li pêş bin."

Hin stranên ku di albumê de dê cih bigiren ev in: “Ax lê dayê”, “Gundê me”, “Natirsim”, De were”, “Yar nekene”, “Husnayê”


Ayfer dê bi kurmancî, zazakî û soranî bibêje

Hunermend Ayfer Duzdaş ku demeke dirêj de di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê de karê xwe yê muzîkê didomîne, demek dirêj di nav Koma Vendê Sodirî de cih girt, heta niha di gelek projeyan de cih girt û niha albuma xwe ya solo derdixe.
Hemû stranên ku di albumê de cih digirin stranên gelêrî ne. Duzdaş dê bi zaravayên kurmancî, zazakî û soranî bistrê. Û hin stranên ku di albumê de cih digirin ev e:“Çil çil mercan”, “Ziravê”, “Qaqibo”, “Ay day leyro”, “Xurning”, “Lay layê”.


Atli û hellbestvanên kurd ên navdar


Mehmet Atli di sala 2003'yan de albuma xwe bi navê "Jahr" derxistib û vê carê dibêje, "Winda". Hunermend Atli di albumê de ji helbestvanên kurd ên navdar Arjen Arî û Abdulla Pêşew jî helbest girtine û kirine stran. Her wiha strana ji Mihemed Şêxo jî.

Atli di nav hewldana amadekirina albumeke bi îdîa de ye û li ser albumê van agahiyan pêşkêşî me dike: "Du stran gotinên wan aîdê min in. Ji helbestên Arjen Arî min straneke çêkiriye ez navê wê nebêjim, bila surprîz be. Ji Abdula Pêşew jî yek heye bila ew jî surprîz be. Her du jî bi dilê min çêbûn. 7-8 sal in ez li ser van dixebitim. Yên din stranên ku piştî 'Jahr' ez li ser sekinîbûme. Her wiha ji Mihemed Şêxo straneke heye. Du stranên jî gelêrî ne ku min şirove kirine. Her wiha yek jê jî Midarî muzîka wê çêkiriye."
Di albuma Atli de ku dê bigihîje dawiya mehê bi giştî 12 stran hene.

Her wiha ji hunermendên kurd Xemgîn Bîrhat û Rojîn jî vê mehê dê albumên xwe pêşkêşî hezkiriyên xwe bikin.
(cemil oğuz)
 

 


 

REKLAM

 

 


REKLAM

 

kurdish hip hop kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji



muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
© Copyright 2006-2008 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music