muzikkurd.com - t
 muzikkurd.com | Nûçe
 
  NÛÇE / NIRXANDIN
MÛZÎKA KURDÎ
ARŞÎVA HUNERMÊNDÊN MÛZÎKA KURDΠ             MP3 / KLIP
KONSER-FESTÎVAL
GIRÊDAN           PÊYWENDÎ                
DERBARÊ MK DE
KUNYE                         REKLAM DAYÎN
 
                            WEŞANÊN DIN YA HKMG


 

 


 
 
       
18 Gulan 2007

ALBÛM                                                                     Albûmên Serdar 'Wurze' û Emê Bêjin derketin

‘WURZE’ SERDAR

Hozan Serdar ku yek ji hunermendên ‘zazakîbêj’ e, bi salan e ku hewla muzîka kurdî dide. Di albûma bi navê ‘Wurze’ de, 9 stran hene. Gotin û muzîka piraniya stranan ji hêla Serdar bixwe ve hatine çêkirin. Strana ‘Wurze’, ji hêla Serdar ve ji Hunermendê Dêrsimî Silo Qiz hatiye wergirtin ango çavkaniya stranê Silo Qiz e. Serdar ew berhev kiriye û muzîkeke xweş jê re amade kiriye.

Ji bilî Wurze, stranên din ku di berhemê de cih girtine ev in; Mêrxas, Setero, Wuşenê mi rindo, Gewrê, Sirê zerê mordemi, Haq bela xo to do, pitê mi û Emîna. Tevahiya stranan bi zaravayê zazakî (kirmançkî) hatine vegotin.

Albûm li Tirkiyeyê ji hêla Kom Muzîkê ve; li Almanyayê ji hêla Mîr muzîkê ve hatiye derxistin.

Orkestrayek ligel Serdar di amadekirina vê berhemê de kar kiriye. Emmanuel Stanley, Klaus Bitner, Feri Farisi, Sinan Acar, Yasîn Boyraz û Ertan Tekîn di vê orkestrayê de bi lêxistin û bikaranînan enstrûmentalan cih girtine.


‘EMÊ BÊJIN’ NOSTALJÎ

‘Emê bêjin’, berhemeke nostaljîk e. Ji kilam û stranên 7 hunermendên ku îro ne li nav me ne pêk tê. Bi gotineke din, hunermendên ku di nava sazî û dezgehên kurd de cih girtin û paşê bûn ‘pakrawan’ên doza kurdî.


Sefkan, Alî Temel, Çiya, Mizgîn, Serhad, Evdilmelîk Şêxbekir û Hogir... Tevahiya van navan di nava saziyên kurdan de ango di nava Navenda Çanda Mezopotamya û Akademiya Kurdî de xebatên xwe yên hunerî meşandin. Di nava komên bi navê Koma Azad, Koma Amed, Koma Berxwedan de cih girtin. Paşê di beşên din ên têkoşîna kurdan de cih girtin, têkoşiyan û jiyana xwe ji dest dan. Bi stran, kilam û lawjeyên xwe yên otantîk, welatperwerî û şoreşgerî man. Hunermendên navborî, di albûma ‘Emê Bêjin’ de, 12 stranên stranên bi navê; Oy Kurdistan, Emê bêjin, Kaniya me, Lo lo Lawiko, Şitla Azadî, Gundîno hawar, Dayê menal, Qîza Helebce, Seyîd Riza, Berî her tiştî, Keremke û Gulê bang kir Sosinê distrên. Albûma ‘Emê Bêjin’, bi guhdarîkirinê re guhdarên xwe dibe salên 1990’î. Hêjayê gotinê ye ku berhemeke di warê arşîvî û nostaljiyê de albûmeke hêja ye.


Ev albûm jî, ji bilî Kom Muzîkê, li Almanyayê ji hêla Mîr muzîkê ve hatiye çapkirin. (Salihê Kevirbirî)



REKLAM

 

REKLAM

 

kurdish hip hop kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji



muzikkurd.com | Peywêndî | Kunye | Derbarê MK de | Reklam | HKMG
©Copyright 2006 MUZIKKURD.com | Hemû mafên wî parastîyê  | MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group e
MUZIKKURD weşaneke Hawar Kurdistan Media Group | muzikkurd.com news and information about of kurdish music