|
11
Berfanbar 2007 ALBÛM
Yekem car jineke
Kurd albûmeke Hîp-Hopê derxist; Dezz Denîz
Dezz Denîz albûma xwe ya hîp-hopê ya yekemîn derxist. Dezz Denîz ku bi
zaravayê kurmancî, soranî û zazakî muzîka rapê çêdike, bawer dike ku ji 7
salî heta 70 salî dê eleqeyê nîşanî albûma wê bidin. Denîz, tarzê xwe wekî
gihîştina siyaset û hunerê bi nav dike û dixwaze senteza rojava û rojhilatê
bike.
Dezz Denîz ji heft salan û vir ve bi hîp-hopê re eleqedar dibe û
perwerdehiya muzîk û dansê dibîne. Di van çar salên dawî de li mîhrîcanan û
şevên taybet de konseran dide. Dezz Denîz, salek û nîv e giraniyê dide
albûmê. Denîz, ragihand ku destpêkê armanca wê derxistina albûmê nebû, li
ser daxwaza guhdarên xwe wê albûm derxist. Denîz, diyar kir ku hîp-hop
destpêkê weke muzîka serhildêr derket holê, lê niha li Ewropayê hatiye
dejenerekirin. Denîz, bi kurdî dixwaze rengekî bide hîp-hopê û bêyî ku
ciwanan ji rastiya wan, wan dûr bixe di nava ciwanan de hem rêxistinbûnê ava
bike hem jî muzîkeke perwerdehiyê çêke.
Dezz Denîz di sala 1984’an de li Mîdyata Mêrdînê hatiye dinê, lê li Êlihê
mezin bûye. Piştî perwerdehiya navîn malbata wê li Ewropayê bi cih bûye.
Dezz Denîz 12 sal in, li Almanyayê dijî. Denîz li Almanyayê di beşa tipê de
asîstaniya doktor û li ser nexweşiya şeker perwerdehiya pîşesaziyê dibîne.
Ligel muzîka xwe, pîşesaziya xwe jî didomîne.
ALBÛMA NÛ ‘EW KÎ BÛ’
Denîz, di albûma xwe ya yekem de giranî daye senteza rojava û rojhilat. Di
albûma ku di Mîr Muzîkê de bi navê “Ew kî bû” derket de 10 stran hene. Denîz
wiha dibêje: “Gotin û beste aîdî min in. Taybetiyeke hîp-hopê ev e ku ew
stranên xwe binivîse. Ji ber ku divê fikrên xwe vebêje.” Di albûmê de her
wiha bi hunermendên wekî Suna Tunç, Mustafa Demirarslan, Rohat Ciwan û
Mîkaîl Aslan re duetê dike. Dezz Denîz, bi zaravayê kurmancî, soranî û
zazakî stranên xwe dibêje. Denîz, wiha behsa nasîna xwe ya bi muzîka
hîp-hopê re dike: “Di salên dibistanê de, di dema tenefusê de em xwendekar
dihatin cem hev û me zîrektiya xwe nîşanî hev dida. Me muzîkên wiha guhdarî
dikir û ciwanên zîrek şovên dansa breakê dikirin. Wan salan ji ber ku min
zimanê biyanî nizanîbû, dixwazin çi bibêjin nizanîbû. Piştî ku ez hînî ziman
bûm, li ser vê muzîkê min lêkolîn kirin. Ji ber ku muzîkeke serhildêr li
xweşiya min diçû…”
SIYASET Û HUNER
Dezz Denîz, destnîşan kir ku bi vî rêbazê muzîkê eleqeya wê ya siyasetê û
hunerê gihîştiye hev. Denîz, ragihand ku destpêkê peyveke kurdî jî nizanîbû
û wiha got: “Weke tê zanîn em ji welatekî ku zimanî wî hatiye qedexekirin
tên û em qurbanên polîtîkayên asîmîlasyonê ne. Li Ewropayê ez hînî zimanê
xwe bûm. Ez hê jî bi pêş dixim. Ji ber vê yekê min dest bi vê muzîkê kir, ji
bo vî zimanî gelek bedel hate dayîn, divê em pêşve bibin.”
Denîz, her wiha behsa ‘jê pirsînê’ dike û dibêje, divê ew xwe bidin ber jê
pirsîn ku kî ne. Denîz, ragihand ku ciwanê kurd ê albûma hîp-hopê ya yekemîn
derxistiye ciwanê kurd Serhado ye û wî pîroz dike. Denîz, ji ber xebatên xwe
yên pîşesaziyê her tim derxistina albûmê taloq kiriye û albûma xwe di nava
salek û nîvê de derxistiye.
YEKEM HÎP-HOPA JIN A KURD
Denîz, anî ziman ku ew yêkane jina kurd e ku hîp-hopa kurdî çêkiriye û got
ku wê ‘hîp-hopa kurdî derxistiye ser dikê.’ Denîz bi îdiaya ku hîp-hopa
kurdî dê pêşbikeve û dê navê xwe li hemû cîhanê bigêrîne. Dezz Denîz got ku
ew di stranên xwe mijarên civakî, sosyal û siyasî vedibêje ji bo ku tim
guncav bimîne û şopandineke bi baldarî jî pêk bîne û wiha pê de çû: “Hîp-hop
tarzê herî baş a pêşkêşkirina huner û siyasetê ye.”
‘Îro li cîhanê zêdetirî 2 hezar rêbazên xwe îfadekerina hîp-hopê hene’ Denîz
ligel vê tespîtî anî ziman ku hîp-hopa kurdî hê dema destpêkê dijî.
‘DAYIKA MIN DIKIN MÎNAK’
Denîz, îdia kir ku jina kurd li hemberî hîp-hopê pir hestiyar dixuyê û wiha
got: “Hinek jinên kurd dibêjin ‘ev çi ye?’ û hinek jî dibêjin ‘çi xweş e’.
Lê di encamê de ez dikarim bêjim heta niha tu şikayetên ji bo karê min ji
min re nehatine. Berevajî vê yekê gelek jinên ku min wekî mînak nîşanî
zarokên xwe didin hene. Dibêjin li şûna hunermendên biyanî yan jî yên tirk
ji xwe re bike mînak bila li we binêrin. Ev jî zêdetir germahiyê dide min.”
Keça kurd Denîz ji bo ku zimanê xwe pêş bixe li enstîtûya ziman tevli
perwerdehiyê bûye û hewl dide ku zimanê kurdî bê kêmasî bi kar bîne.
Dezz Denîz di muzîka xwe senteza Rojhilat û Rojava pêk tîne. Bi giştî jî
rîtmên amerîkayî û motîfên kurdî li hev tîne û hîp-hopê dewlemendtir dike.
Li gorî Denîzê ‘muzîka dikê li ji şova dansê dewlemendtir bûye ligel
xîtabkirina ji bo guh di heman demê de xîtabî çavan jî dikin.’
Hîp-hopkara kurd Dezz Denîz niha jî amadekirayên klîbeke ji bo albûma xwe ya
nû derketiye dike û tîne ziman ku ew pêbawer e dê bi muzîka xwe, xwe
bigihîne girseyeke berfireh.
Jiyannameya Dezz Denîz
Dezz Denîz di sala 1983’an de li Mîdyad-Mêrdînê hatiye dinê. Zaroktiya xwe
li Batmanê derbas kir. Pistî ku xwendina xwe a navîn li wira qedand bi tev
malbata xwe berê xwe da Ewrûpayê û qasî 10 sal in, ku ew li Elmanyayê
rûdine. D.D. xwendina xwe a navîn berdewam kir û bi dirêjiya 3 salan
perwerdeya pîseya „asîstana tixtorê tibê“ stand. Ji qasî 5 salan vir de ye,
ku D.D. digel dixtorên malbatî ên ji beşa bo nexwesiyên hundurîn û sekirê
karê xwe didomîne.
„Muzîk xwarina jî bo giyanê mirov e û ez jî li gora zanebûna xwe vê xwarinê
distînin. Her çiqas ez wê dixwim jî, lê, bes, bi stranên/besteyên ku ez
çêdikim, ta radayeke ez dixwazim afirêner bim!“ wuha dibêje D.D. Ew ji qasî
5 salan pê de ye, ku bi muzîka Hîp Hop re eleqedar dibe. Di dema xwendina
xwe de bi xêra têkiliyên bi hevalên xwe ên biyanî re wê firsend ditiye, ku
hêdî hêdî bi vê cureya mûzîkê re têkildar be û renga vê çandê nas bike. DD
dîyar dike, ku Hîp Hop wê bandora xwe li ser ciwanan nifsa îro û nifsa
duwerojî bike û ew bandor her bi awayekî xurt wê xwe biparêze. Li gor raya
DD çanda Hîp Hopê xwedî rengekî cuda ye, tê de rengên serhildanan xwe
dihewînin. Armanca D.D ew e, ku bi hunera xwe di serî de sekinadineke
protestoyî nîsan bide û ew wuha dibêje: „ês û derdên gelê min, ên bi salan,
ên ji ber bindestî û înkara wê têne holê, ez wek keçeke kurd hîs dikim û her
wusa dixwazim xwestek û bîr û ramanên gelê xwe bînim ser zimên.“ Bi saya
hunera muzika xwe DD dixwaze balê biksîne ser pirsgirêkên rojane, civakî,
sîyasî û hwd. Di vî warî de ew wuha dibêje; „ez dixwazim di van nakokiyên
mejûyî de carna pirsan bikim, carna jî ji pirsan re bikaribim bibim bersîv.“
DD. di destpêkê de bi dirêjiya du salan perwerdeya muzikê(san, solfej, nota)
wergirtiye û her wusa ji du salûnîvan vir de ye, bi awayekî taybetî dersên
dansa Hîp Hopê distîne. Li gor raya wê, bingehên afirandinê wê li ser
nasnameya netewî û cinsî pêk tên. DD dixwaze albûmeke sentezî derxîne, ku tê
de bi giranî mûzîkên emerîkî û otantîk wê bi cih bigirin. Armanc wê ew e, ku
albûm a Hîp Hop di sala 2007’an de derbikeve. Di vê berhemê de digel zimanên
biyanî, stranek bi zimanê tirkî, yek bi zimanê elmanî an jî engilîzî, û her
wusa stranên kurdî, bi giranî jî ên Kurdmancî, wê bi cih bigirin.
Durusmeya DD’ye ew e: "Mîkrofon çek û sîlahê min e, stranên min jî wê bibin
gulle, ên ku ez berdidim sazumana xirab a vê dinê!“
REKLAM
|
 |
REKLAM
kurdish hip hop
kürtçe hip hop kürtçe rap mûzika kurdî kurdish music ziman zimanê kurdi
kurdish language hiphopa kurdi kurdce rap kurdish rap serhado xewna ji
|