10 albûmên herî baş ên sala 2012'ê
Salek din jî li dû me ma. Di sala 2012'an de jî bi sedan albûmên ên baş û xirab ji 4 perçeyên Kurdistanê û ji Ewrûpayê tevlî arşîva mûzîka Kurdî bûn.
Li bakûrê Kurdistanê, Ewrûpa û li perçeyên din ên Kurdistanê nêzî 200 albûmên Kurdî derketin.
Li bakûrê Kurdistanê bi dehan albûmên Kurdî û dengên nû tevlî muzîka Kurdî bûn. Di muzîka Kurdî de tiştê herî balkêş ev bû ku li gor salên berê zêdetir albûmên bi terzên cuda ên wekî blues, cazz, rock û hwd.. pêşkeşî muzîka Kurdî hate kirin.
Me jî wek HAWAR NET îsal jî li gor krîter û pîvanên wek hejmara firotina albûman, populer bûn, hejmara tiqandina stranan di platformên mûzîk gûhdarî kirinê û ser Youtubê, hejmara daxistina albûman di platformên qanûnî û di forumên mûzîkê de, balkişandina di medya û torên sosyal de, şîroveyên guhdarvanan, nûçe û hevpevnînên ku li ser albûman derketine, rêjeya xwendina nûçeyên albuman ên di HAWAR NET'ê de hatine weşandin, li gor rexneyên mûzîkzanan û li gor encaman anketa ku di rûpela Facebookê ya HAWAR NET'ê de hatiye pêkanîn 10 albûmên herî baş a mûzîka Kurdî a Kurmancî (bi taybetî albumên ku li bakûrê Kurdistanê derketine) ên sala 2012'ê bijart. Me wek pîvana sereke asta qelîteya mûzîkê esas girtin ku albûmên han di mûzîka Kurdî deriyên nû vekirine. (HAWAR NET)
10 albûmên Kurdî ên herî baş ên sala 2012'ê
1- Mehmet Akbaş - Pia
2- Diljen Ronî - Du Demsal
3- Teq û Req - Keftûleft
4- Ercan Bîngol - Ron
5- Bajar - Tu Bixêr Hatî
6- Zelal Gokçe - Solîn
7- Siya Şevê- Bêyom
8- Bilind Îbrahîm - Qeder
9- Koma SiyaBend - Bila Bêjin
10- Raperîn - Xapînok
Her wiha her çiqas wek albûm derneketibe jî stranên ku Rênas Mîran di bin navê "Kurdish House Music" aranjeyên wan dikir li ser înternetê bûn stranên Kurdî ên ku herî zêde hatine temaşe û gûhdarî kirin.
This entry was posted on 12/31/12 , 12:47 AM and is filed under ALBÛM,MÛZÎKA KURDÎ,NÛÇE. You can follow any responses to this entry through the RSS 2.0 feed. You can skip to the end and leave a response.
-
# written by Anonymous
12/31/2012 1:17 AMGelek Sipas.
-
# written by Diljen Sarkisyan
12/31/2012 7:34 AMwllahi xebatek gelek giring we cekiriye... deste we sax bi... Min gellek eciband bi rasti
-
# written by Asmîn
12/31/2012 8:13 AMBi rastî mehmet akbaş heq kir ku bibe yekemin. ji hemu hunermenden me re serkeftin. spas hawar net
-
di vê nûçeyê de pîvana "baş" çi ye? teknîk, zimanê melodîk, muzîkalîete, stîl û cihêrengiya wan?
eger di wê nûçeyê de norm û pîvan ev bin, bi her awayî zimanekî edebî û melodîk ku van pîvanan tevan xweş dihundirîne, di albuma Mirady de têra xwe hêja ye û heye!..lê ev album hîç bi nav nebûye! ya duyem, di albuma Bajar de pêştirî daîm a tirkî ye, ne ya kurdî!! lê "heyranî"ya kurdan jî şayanî gotinê ye!!
ev nûçe, weku nûçeyeke çêkirî û rêzkirî baş e; lê tenê weku nûçe!
ku di civakekê de rexne-krîtîk û dahûrînên baş, ango rexnegir-krîtîkar û dahûrînêrên ku her cûre berhemê bi norm û pîvanên aqilane û rast li bêjingê bixin tune bin, wê halê wê civakê bimîne ji "lolo û lêlêyan re! -
# written by Anonymous
1/01/2013 11:29 AMEz dibêjim pirr xweşe muzika kurdi û peşveçuye ev albumên serketîde lolo û lêlê tuneye heval yeqîn... tene mirov dikari bibêje şûna raperin mirady buya wê çêtir buya... :)))
-
# written by rohat
1/01/2013 11:35 AMwelleh birano liste listeyek baie, hawar net tişki baş kiriye nav medya kurdi tiştki wisa caya peşin ez dibnim. zehf kefa min hat. le ez ji dibejim albuma raperin qet ne baş bu raperin pir teqereq derxist le albuma we puç derket
-
# written by hêvî
1/01/2013 1:11 PMez tiştekê dizanim di muzika kurdi de kelîte pirsgirekek mezine albumên kelîte gelek nayên guhdarkirin. şahe bedo, halit bilgiç, erol berxwedan,seyda perinçek, hozan beşîr, raperin... ev kes çetir tên guhdarkirin. ji ber ku ji bo aboriyê muzike çedikin, hem muzika arabesk, hemjî siyasî dibejin ku ben guhdarkirin. wek tirk dibejin her telden çalıyorlar :)) albumê wan jî wek dengê tenekeyê.
mehmet akbas, diljen roni, mehmet atlı, ciwan haco, xero abbas, û teq u req, ercan bingol, bajar ev hunermend serê me bilind dikin. em pê wan dikarin xwe cihanê bidin naskirin û guhdarikirin. Ev şanseke mezine ji bo me kurdan. Gerek em xwedî derbikevin. ez ji bo vê xebata taybet hawarnet ê piroz dikim. serrkeftin... -
# written by ibrhm mutlu
1/01/2013 3:08 PMVê albumana hemî cûdaye û balkêşe ji bo mûzika kurdî pêşte here lazime kû vê albûmana berdewam bike va albûmana yek ji yeke xweştire bi rastî jî tiştek wusa cara yekemîne di nav muzîka Kurda Bi xêr be :)
-
Ev çi sosretî ye? We ev tişt - anket e, lêkolîn e her çi be- li gorî kîjan pîvanê amade kiriye?
An jî ev pirsa xwe biguherim, gelo we qet lêkolîn kirine? Ez fêm nakim çawa Raperîn xistiye rêza 10emîn? Ka werin em herin ji cemawera facebookê yan jî ji ya youtubê bipirsin berde tu bi nasnameya albuma herî baş bê nasîn hela ka kî hunermendên wekî Ercan Bingol û Koma Siyabend nas dike ku we ev mirov xistine beriya Raperîn? Ma we qet lê nenêriye bê vîdeoyên Raperîn çendî hatiye temaşekirin? Jixwe ev sosretiya we ya ewil e ez bêm a duyem. Gelo hûn ji xwe bawer in ku we guh daye ev deh albuman? Na welleh kuro ez ji we ne bawer im. Ku we guh dabe û hûn hê jî dibêjin na welleh ev 9 hunermend ji Raperîn çêtir e ez ê êdî şik ji guhê we yê muzîkê bikim.
Haaa!.. Heta min ji bîr nekiriye sosretiya we ya dawî jî bibêjim. Ji vir çend roj berê min albuma Mirady di nava vê lîsteyê de dîtibû ? Xêr e ji we, çi bû pê ? Jixwe mafê Mirady an yekemînî yan jî duyemînî bû lê we ew ji bin ve rakiriye.
A rastî we tiştekî baş kiriye, lê kêm maye ku di nava vê lîsteyê de cihên ev her du hunermendan nîn e ji ber ku ew "dirûşm"an naqîrin, ji kerema xwe re temam bikin û Raperînê jî ji listeya xwe derînin! -
# written by jiyan
1/04/2013 5:14 AMEbûlenin heval te aqlê xwe xwariye gelo. Raperin bila ji xwe razî be ku ketiye listeyê de. Albuma ercan bingol belkî nêzikî 5 çara albuma raperin qelite ye.. yanî huner tişteki din e xwe pê sitranên arabesk û sitranên siyasî ava kirin tişteki din e. Raperin bi reya sitranên amatorî hatiye naskirin û youtube de jî sitranên tenê yên amator tên guhdari kirin. Lê binêrin stranên albumê gelek ne hatiye guhdarkirin, aranje û keliteya dengî jî ne başe. Nivisandina helbestan jî ne bi rihê kurdewariye. çêtir rihê bi tirkî hatiye nivisandin. mirov dikare biçe sitranên siyasi bixwine herkesî wê te guhdar bike lê belê hunerî ne eve qelite ne eve, tişta heri mezin ewe ku mirov bikare pê helbestên xwe bê astekê brêz ebûlenin. Ez bawerim tu hevalê raperîn î :))
-
# written by jiyan
1/04/2013 5:31 AMheval ebulenin here guh bide halit bilgiç, ew çêtir e ji bo te. facebook ê de jî xeynî raperin û mirady bawerim tu guh nadî tu kesê... Wêneyên te û raperîn jî xweş derketiye.. :)) Ev liste ne gorî hevalan dostan hatiye çêkirin... Li cara yeqem de jî mirady di vê listeyê de ne bu tu şaşî...
-
# written by Xelîlko
1/04/2013 10:06 AMheval ebulenin ma jbo xwede raste bhesa raperin ser facebooke zede u zede dihat niqaş kirin u populer bu, ka gelo beje pişti ku albuma we derket çawa gaza we tefiya. albumek pir xirab bu. ez şaş dibim ku çawa ketiye ve listeye ji. herhal xera ew populeriye ketiye. her wisan ka ez nabinim ku di ve listeye de tu hunermendeke slogan diqire heye. ka ji me re yeki nişan bide em rihet bin... nabe heval ebulenin?




Gelek Sipas.